'Tenê diyalogên Sûri-Sûrî rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ne'

kurdistani 10:38 AM - 2020-01-15
'Tenê diyalogên Sûri-Sûrî rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ne'

'Tenê diyalogên Sûri-Sûrî rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ne'

Rêveberê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê şaxê Munbicê Îmad Mûsa di hevpeyvînekê de ligel ajansa ANHAyê got "Aloziya Sûriyê dike sala xwe ya nehemîn bi dawî bike û heta niha tu pêngavên cidî ji bo çareseriyê nîn in, destnîşan kir ku kilîta çareseriyê diyalogên Sûrî-Sûrî û rûniştina tevahî pêkhateyên Sûriyê li ser maseyeke diyalogan e."

Îmad Mûsa di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mijara komîteya ku ji bo amadekirina destûrê hate avakirin û got: "Beşdarbûna tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrê re mijareke pir girîng e. Em wek partiyeke siyasî dibînin ku bêyî beşdarkirina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji danîna destûrê û rûniştina wan a li ser maseyeke diyalogan çareserî ne pêkan e. Bi vê yekê dawî li rijandina xwînê wê were û koçber vegerin warên xwe."

Mûsa destnîşan kir ku destûra nû divê rêzê ji azadiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê re bigire û mafên wan mîsoger bike û wiha axivî: "Divê destûra nû li gorî pîvanên demokratîk û prensîbên mafên mirovan be, her wiha her sê erk (yasasazî, birêveberî, daraz)  ji hev werin veqetandin da ku bigihîjin dewleteke parlemanî, pirreng, demokratîk û nenavendî. Ev çareseriya herî guncaw a derxistina gelê Sûriyê ji aloziyê ye ku di encamê de bi hezaran kes şehîd û birîndar bûn."

Rêveberê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îmad Mûsa di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bilî diyalogên Sûrî-Sûrî çareseriyeke din nîn e ku aştiyê li Sûriyê pêk bîne û dawiyê li şer bîne, ji ber ku şerê li welat gelê Sûriyê westand ku azarên kuştin, koçberkirin û dizî û talankirinê kişandin."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket