Kosert Resêl li gel balyozê Êranî civiya

kurdistani 09:50 AM - 2020-01-15
 Kosert Resêl li gel balyozê Êranî civiya

Kosert Resêl li gel balyozê Êranî civiya

Serokê Encûmena Siyasî ya Bilind û berjewendiya yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî duh Sêşemê 14/1/2020, li bajarê Silêmaniyê ligel Balyozê Êranî li Êraqê Êrc Mescidî re civiya.
 
Di civînê de ku endamê encûmana siyasî ya bilind Hakêm Qadir Heme Can lê beşdar bû derbarê rewşa Êraq û deverê û peywendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de gotûbêj kirin,Kosret li ser pêşketina danûstnandinên di navbera aliyan de tekez kir û ku bi hêviye ku hemî pirsgirêk bi diyelokê bêne çareserkirin.

Her weha herdu aliya li ser pêşerojê  Êraqê û çareserkirina aloziyan û pêwîstiya hebûna hevrêziyê di navbera hemî aliyan de gotûbêj kirin.Kosret di encamê de spasiya Êranû hemî welatên hevpeymaniya navdewletî kir ku ji bo dawîanîn li terorê alîkariya kurdan kir.

PUKmedia taybet 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket