Hol; Jinek a penaber a DAIŞê hat kuştin

kurdistani 07:20 PM - 2020-01-14
jINEKE daiŞê A BIYANî KUşTî HAT DîTIN

jINEKE daiŞê A BIYANî KUşTî HAT DîTIN

Ajansa ANHAyê di nûçeyeke xwe de wiha dibêje ku li gor agahiyên ku çavkaniyekî ji kampa Holê dane ANHA‘yê cenazeyê jinekê li beşê taybetê ê jinên DAIŞ‘iyên biyanî yê kampê hate dîtin.

Di dirêjahiya nûçeyê de, ANHA wiha dide xuyakirin kuy di wêneyekê de ku hate bidestxistin şopên lêdan û îşkenceyê li ser benda jina kuştî hate dîtin, bi taybet di serê we de.

Her weha ajansa Rojavayê Kurdistasnê di di wê nûçeyê de, der barê bûyerê de hêzên ewlekariya kampê diyar kir ku cenaze rakirin Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê da ku ji aliyê bijîşkên edlî ve were lêkolînkirin û lêkolînê bidomîne d ku sûcdar were diyarkirin.

Kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê xetertirîn kampên di cîhanê de ye, zêdeyî 40 hezar kesên ji malbatên çeteyên DAIŞ‘ê lê hene.Di kampê de zêdeyî 68 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê hene, ji ber dewletên wan wergirtina wan red dikin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket