Daxuyaniya Encûmena serkirdeyetiya YNKê

kurdistani 06:27 PM - 2020-01-14
 Daxuyaniya Encûmena serkirdeyetiya YNKê

Daxuyaniya Encûmena serkirdeyetiya YNKê

Naveroka daxuyaniya Encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK)ê hat weaşndin.

Îro sêşemê 14-1-2020`an, li bajarê Silêmaniyê yekemîn civîna Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi serpereştiya Mistefa Çavreş hat lidar xistin.

Di serî de, civîn bi rawestandina xoleke bêdeng li ser rewanpakiya pakrewanên fdoza gelê kurd û Kurdistanê ku tê de serok Mam Celal rewanşadê gelê kurd bi bîrhat û civîna Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dest pê kir.

Di dawiya civînê de ev biryar hatin dayîn:

1- Pêkanîna komîteya hemwarkirina peyrewa navxwe li gorî pirpektîvên endamên kongireya 4ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê.

2- Dirêjpêdan bi tevahiya sazî û dezgehên di hundirî YNKê de, kar û xebatên xwe ên rojane dirêjpêder bin heya ku bingeha rêxsitinê ji nû ve ji aliyê Encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ve tê saz kirin.

3- Civîna yekemîn ya Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê vekirî dimîne heya ku li ser peyrewa navxwe tê pejirandin û rewakirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket