Civîna YNKê Komîteyeke 20 kesan pêkanî

kurdistani 04:29 PM - 2020-01-14
kOMîTEYEKE 20 KESAN PêKHAT

kOMîTEYEKE 20 KESAN PêKHAT

Civîna Encûmena Serkirdeyetiya YNKê bi dawî hat û komîteyek ji 20 kesan pêkhat.

Di civîna îro sêşemê 14-1-2020`an ya Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, komîteyek ji bo veguhertin û hemwarkirina di peyrewa navxwe ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hat hilbijartin.

Di wê barê de, serokê katî yê encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Mistefa Çavreş di daxuyaniya xwe ya ji rojnamevanan re ragiahnd: Piştî ku me civîna xwe a yekemîn bi dawî kir, komîteyek ji 20 endaman hat hilbijartin tako di heyama 2 hefteyan de, karên hemwarkirina peyrewa navxwe bi dawêî bikin û di civîna dahatoya encûmena serkirdeyetiya YNKê de deng li ser bê dayîn..

Derbarê hilbijartina serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û sekreterê Encûmena Serkirdeyetiya YNKê de, Mistefa Çavreş dazanîn ku Deriyê namzetkirinê ji her kesî re vekiriye û wê ev babet di dema hemwarkirina perewa navxweyî bêhtir zelal bibe.

Di daxuyaniya xwe de, Çavreş amaje bi wê yekê kir ku nûbûn di YNKê di wê de ye ku sekreter û serok wê piştî hemwarkirina peyrewa navxwe ya YNKê bên hilbijartin.

Her weha ji aliyê xwe ve jî endamê serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û serokê komîteya hemwarkirina Perewa Navxwe Ferîd Eseserd jî rojnamevanan re ragihand; Encûmena Serkirdeyetiya YNKê wê di vê civînê de, bend bi bend bixwînin û deng li ser bidin, eger peyrewa navxwe neye rewakirin û pejirandin, Encûmena Serkirdeyetiya YNKê nikare kar bike.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di roja 21-12-2019`an de, kongireya xwe ya 4ê li dar xsit û tê de Encûmena Serkirdeyetiya YNKê 124 kes hatin hilbijartin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket