​​​​​​​Hefter agirbest îmze nekir û ji Moskoyê vegerî

kurdistani 12:07 PM - 2020-01-14
​​​​​​​Hefter agirbest îmze nekir û ji Moskoyê vegerî

​​​​​​​Hefter agirbest îmze nekir û ji Moskoyê vegerî

Fermandarê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ê ku rojhilatê Lîbyayê di bin kontrola wî de ye, ji bo agirbestê fermî bike çûbû Moskovê. Hefter agirbest îmze nekir û ji Moskoyê derket.

Bi serpereştiya Tirkiye û Rûsyayê roja duşemê li Moskoyê danûstandin hatibû kirin lê encam nehate bidestxistin,desnîşan hat kirin ku bi sedema ku vekişîna leşkerên Tirk a ji Lîbyayê û betalkirina peymana di navbera Trablus û Enqereyê de, di nav agirbestê de tune ye Hefter îmze ne kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova jî tekez kir ku Hefter peyman îmze nekir û rabû.
Li gorî ragihandina çavkaniyan dibêje ku sedema sereke ya nakokiyan redkirina rola Tirkiyê ji aliyê artêşa wetenî ya Lîbyayê ve bû,piştrast kir ku Hefter israr dike ku artêşa wetenî ya Lîbyayê derbasî paytext Terablusê bibe û daxwaz kir ku hemû çeteyên ku ji Sûriyê û Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve hatin şandin, werin derxistin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket