Encûmena penaberan sertîp Salih Osman pîroz kir

kurdistani 01:01 PM - 2020-01-13
Encûmena penaberan sertîp Salih Osman pîroz kir

Encûmena penaberan sertîp Salih Osman pîroz kir

Encûmena penaberan ê Rojavayê Kurdistanê erka nû ya sertîp Salih Osman pîroz kir.

Duh roja yekşemê 12-1-2020`an, li bajarê Silêmaniyê şandeke encûmena penaberan ê Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Hecî Efrînî serdana rêvebiretiya Nîşingeha Silêmaniyê kir û serkevtina sertîp Salih Osman pîroz kir.

Her weha Di serî de, rêvebirê giştî yê nîşingeha Silêmaniyê Salih Osman bi germî pêşwazî li şanda penaberên Rojavayê Kurdistanê kir û bixêrhatina wan kir.

Ji aliyê xwe ve jî serokê encûmena penaberên Rojavayê Kurdisdtanê Hecî Efrînî jî bi navê tevahiya penaber û yekîtiya mamosteyên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên xwe arasteya Salih Osman kir û serkevtin ji kar û xebatên wî re xwest.

Hûn dikarin bi wêneya bibînin..

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket