Lahur Şêx Cengî pêşwazî li firokvanên kurd kir

kurdistani 12:01 PM - 2020-01-13
Lahur Şêx Cengî û her du firokevanên kurd

Lahur Şêx Cengî û her du firokevanên kurd

Endamê encûmena giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî pêşwazî li 2 firokevanên kurd kir.

Duh roja yekşemê 12-1-2020`an bi dema hêvarê, endamê serkirdeyetiya YNKê Lahur Şêx Cengî Talebanî pêşwazî li her du mulazimên 2 ên firokevan rêzdar Feteh Qadir û rêzdar Hêmin Ebdula Mihemed ku her dukan kolîja hêzên ezmanî ê Êraqê bi dawî kirine û berwanameya bakeloryos li kolîjê bi destxistine.

Di dîdarê de, Lahur Şêx Cengî destxweşî û pîrozbahiyên xwe li her du firokevanên kurd kir. Her weha di gotineke xwe de, endamê serkirdeyetiya YNKê wiha got; "Dema ku ez dibînim ku lawên me berwanameyên payebilind werdgrin, ev yek dide nîşandan ku ew di xizmeta netewa û gel û welat de ye ji ber wê jî pêwîste ku em hewil bidin alîkariya wan bi awayekî bihêz û berferehtir bikin tako di asta erkên sereke ên artêşa Êraqê de xwedî rol û cih bin".

Li Êraqê 8 firokevanên kurd xwelên perwerdeyiya firokevaniyê bi dawî kirin û wê dest bi karûbarên xwe ên erkên firokevaniyê bi awyekî fermî bikin ku wê erkên xwe di biwarên cuda cuda de bi cih bikin wek firokevanên derçûyî..

Di wê barê de, firokevanê kurd ê ji Ranyayê Kirdar Feteh ji PUKmedia`yê re ragiahandib; "Ew pir kêfxweşin bi derçûna xwe ji perwerdeya firokevaniya Êraqê bi pileyên serkevtî". Her weha destxweşî jî li lîwayê firokevanê kurd ê Kerkûkî Lîwa Azad Şaleyî jî kir ku ew xwedî li firokevanên kurd derketiye û pir bi wan re alîkar û destekger bû ye

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket