Pîrozbahiya 29 saliya Kurdistanî New

kurdistani 05:26 PM - 2020-01-12
29`mîn salvegera Kurdistanî New hat pîroz kirin

29`mîn salvegera Kurdistanî New hat pîroz kirin

29`mîn salvegera damezrandina rojnameya Kurdistanî New hat pîroz kirin.

Îro roja yekşemê li bajarê Silêmaniyê di hola Kurdistanî New de, merasîma pîrozkirina 29`mîn salvegera damezrandina Rojnameya Kurdistanî New bi amadebûna endamê serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê û cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî birêve çû.

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî di wê merasîmê de, got; bi boneya derçûna yekem jimareya rojnameya Kurdistanî New germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya tevahiya stafa û rojnamevan û karmend û sernûserê Kurdistanî New dikim û bi hêvî me ku Kurdistanî New bibe sakoya rastiyan û sakoya renxne û tiştên avaker be ku ber bi pêşve biçe û di nava cîhana medya yê de cih bigre.

Hêro Îbrahîm Ehmed

Her weha di heman barê de, peyameke ji Hêro Xanê bo Kurdistanî New hat weşandin û wiha got; Rojnameya Kurdistanî New naveke geş di nav Medya Kurdî ye.

Endama Encûmena Bilinda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed derbarê 29`mîn salvegera damezrandina rojnameya Kurdistanî New de peyameke taybet weşand ku tê de germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya sernûser û sercem kadro û karmend û rojnamevanan kir.

Kosret Resûl Elî

Ji bo pîrozkirina salvegera Kurdistanî New serokê Encûmena Siyasî ya Bilind a YNKê Kosret Resûl Elî jî peyameke pîrozbahiyê arasteya sernûser û hemû karmend û rojnamevan û stafa rojnameya Kurdistanî New kir û destxweşî li hemûyan kir û pîrozbahî li wan kir û daxwaza dirêjpêdana bihêz kir tako xizmeteke berferehtir ji bo gel û doza Kurdistanê bikin.

Bafil Talebanî

Her weha endamê serkirdeyetiya YNKê Bafil Talebanî jî peyameke pîrozbahiyê pêşkêş kir û tê de germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêş bi serûnser û tevahiya rojnamevan û karmendên Kurdistanî New kir û serkevtin û serfirazî ji wan re xwest.

Lahur Şêx Cengî

Endamê serkirdeytiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî jî peyameke pîrozbahiyê arasteya staf û sernûser û hemû karmendên rojnameya Kurdistanî New kir û serkevtin û serfirazî ji wan re xwest û destxweşî û li yek bi yek kir û hêviya berdewamkirina kar û xebatên xwe ên rojnamegeriya rasteqîne xwest.

Di peyama xwe de, zelal kir ku Kurdistanî New fêrgeheke mezin bû ji bo fêrkirin û derxistina gelek rojnamevanên kurd. her weha têgeha rexne girtin û rexne li xwe girtin bi derdoran belavkirine û nasandine.

Şalaw Kosret Resûl

Her weha endamê serkirdeyetiya YNKê Şalaw Kosret Resûl jî peyama xwe ya pîrozbahiyê pêşkêş bi staf û karmend û serûnserê Kurdistanî New kir û serkevtin û serfirazî ji kar û xebatên rojnameya Kurdistanî New re xwest.

Omer Fetah

Endamê Encûmena Bilind a siyasî YNKê Omer Feteh jî bi heman boneyê peyameke pîrozbahî arasteya hemû endam û kadro û rojnamevan û sernûserê Kurdistanî New kir û serfirazî ji wan re xwest.

Şanaz Îbrahîm Ehmed

Her di hema mijarê de, endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê Şanaz Îbrahîm Ehmed jî peyameke pîrozbahioyê weşand û germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû karmend û sernûserê Rojnameya Kurdistanî New kir û serkevtin û serfirazî xwest.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket