Naveroka civîna YNKê û şanda hikûmeta Êraqê

kurdistani 07:28 PM - 2020-01-11
Kosret Resûl Ebdulmehdî

Kosret Resûl Ebdulmehdî

Adil Ebdulmehdî ji bajarê Hewlêrê gihêşte Silêmaniyê û dest bi dîdarên xwe bi aliyên siyasî kurdî kir.

Di serdana xwe ya ji Herêma Kurdistanê re ku ji duh ve dest pê kiriye, piştî bi dawîkirina karên xwe li Hewlêrê, serokwezîrê Êraqê Adil Ebdulmehdî îro roja şemiyê 11-1-2020`an, bi hevrêya şandeyeke mezin gihîşte Silêmaniyê û ji aliyê serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ve hat pêşwazî kirin.

Naveroka wê hevdîtina du qolî ya YNKê û şanda Êraqê de bi vê rengî ye:

Îro roja şemiyê 11-1-2020`an, li bajarê Silêmaniyê şandeke bilind a YNKê bi serokê Encûmena Bilind yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî pêşwazî li serokwezîrê Êraqê Adil Ebdulmedî û şandeya bi wî re kir.

Di wê barê de, Her du aliyan derbarê rewşa heyî û pêşketinên heyî ên siyasî û ewlekarî di Êraq û Herêma Kurdistan û navçeyê bi giştî de gotûbêj kirin û hevnêrîn bûn di gelek babatan de û bi taybetî yê terorê.

Bi amadebûna endamên serkirdeyetiya YNKê, şandeya hikûmeta Êraqê bi serokatiya serokwezîrê karberdayî Adil Ebdulmehdî li mala Kak Kosret Resûl Elî di civînê de ye.

Her du aliyan li ser wê yekê lihevkirin ku hîn jî metuirsiya terorîstan li ser navçeyê heye ji ber ku hîn jî DAIŞ maye û bi dawî nebû ye û pêwîste hewilên hevrêzî û yekrêzî di navbnera Bexdad û Hewlêrê de berferehtir û bihêztir bibe tako terorîstan têkbişkînin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî jî tewreke din ya vê hevdîtinê bû ku tê de tekez li ser girîngiya lihevkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de li ser bingeha berjewendiyên giştî yê gelên Êraqê bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket