Mehdî Artêş,Pêşmerge ,Polîs û Heşde Şebî silav kir

kurdistani 10:16 AM - 2020-01-06
Mehdî Artêş,Pêşmerge ,Polîs û Heşde Şebî silav kir

Mehdî Artêş,Pêşmerge ,Polîs û Heşde Şebî silav kir

Roja Duşemê 6-1-2020`an serokê Hikûmeta Êraqê Adil EbdulMehdî bi boneya damezrandina Artêşa Êraqê pîrozbahiya hêzên Êraqê kir.

Di belavokekê de Mehdî ragihand ku mîna îro di sala 1921 Artêşa Êraqê hate damezrandin heta ku bibe bendavek ji bo parastina xak û sînor û serweriya welêt , salvegera îsal di demekê de hatiye ku Êraq di rewşeke aloz re derbas dibe û zehmetiyê dikşîne, ji bo aramî û ewlehî û parastina serweriya niştimanî niha pêwîtiya Êraqê bi yekrêzî yek helwêstê heye.

Mehdî di dirêjiya belavoka xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku niha Artêşa Êraqê li ser xweye û ji berê qehremantir û bihêztire û xwdan ezmûne wê parastina pêşerojê welêt bike, ji mafê Êraqiyane ku serfireziyê bi hêzên xwe bike ye û tekez jî kir ku erka sereke yê wan hêzan paratina welêt û gel e.

Di dawiyê de Ebdul Mehdî dîsa pîrozbahiya hêzên artêşa Êraqê kir û hêzên çekdar , esmanî û bejahî û hemû beşên di yê Polîs û Heşd û Pêşmerge û Hêzên Ewlekariyê, her wiha silav li rihê şehîdan  û birîndara kir ku wêneyên fedaya ji bo parastina Êraqê û gelê wê nîşan dane.

PUKmedia -Ofîsa Ragihandina serokwezîr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket