Serokkomar: Dûrxistina Êraq ji nekokiyan pişt rast kir

kurdistani 09:53 AM - 2020-01-05
Serokkomar: Dûrxistina Êraq ji nekokiyan pişt rast kir

Serokkomar: Dûrxistina Êraq ji nekokiyan pişt rast kir

Serokkomarê Êraqê D.Berhem Salih peywendiyeke bi telefonê ligel padşeyê Siûdiyê Şa Selman kurê Ebdul Ezîz Al Siud padşayê Siûdiyê wergirt, derbarê pêşketinên herêmî û peywendiyên dualî di navbera herdu welatan de gotûbêj kirin.

Her weha Padşe Selman li ser piştgiriya welatê xwe ji Êraqê re û aramiya xaka wê re tekez kir ,destnîşan kir ku pêwîstî bi dûrxistina Êraqê ji nekokiyên herêmî û navdewletî heye ku nebe gorepanek ji bo çareserkirina nwkokiyan  ,bal kişand ser girîngiya xweragirtinê ji bo peydakirina aramî û aştiyê li tevahiya Êraqê ,û bidestxistina tedbîrên ji bo jihevkirina aloziyan û kêmkirina bandora wê.
Ji hêla xwe ve serokkomar spasiya padşe ji bo xemxorê wê ji rewşa Êraqê re kir û tekez li ser berdewamiya serkeftinê li dijî terorê  û piştevaniya serweriya Êraqê bi rêya dûrxistina xak ji nekokiyên herêmî û navdewletî , amaje bi wê yekê jî kir ku divê peywendiyên li gel Siûdiyê bihêztir be li gor bercewendiyên dualî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket