Qasim Silêmanî û Muhendis hatin kuştin

kurdistani 05:11 AM - 2020-01-03
Amerîkayê dibêje me Qasim Silêmanî û Muhendis jinavbir

Amerîkayê dibêje me Qasim Silêmanî û Muhendis jinavbir

Ajans û kenalên ser bi Amerîkayê dibêjin ku Amerîkayê Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis jinavbir û ajansên Êranê jî serrast dikin..

Îro roja înê 3-1-2020`an,  Kenala AlHura a Êraqê aşkire kir ku her du fermanderên payebilind general Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis bi lêdana moşekan li dijî karwaneke otombîlên wan li nav firokexaneya Bexdadê a navneteweyî hatin jinavbirin.

Li gorî ajansên Êraqê jî ku kenala AlÊraqiyeyê a fermî jî dibêje ku 3 moşekên Amerîkî li du otombîlên mêvanên Heşed Şabî xistine û di encamê de, 8 kes hatine kuştin ku di nava wan de her yek serleşkerê feyleqê Qudsê yê Êranî Qasim Silêmanî û cîgirê serferamdarê Heşed Şabî Ebu Mehdî Muhendis hatine kuştin, lê ev nûçe ji aliyê ajansên Êranê ve bi fermî hatiye weşandin ku karekî wiha hatiye encamdan.

PUKmedia-Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket