Partiya Çep a Demokrat YNKê pîroz kir

kurdistani 07:01 PM - 2019-12-29
.

.

Partiya Çep a Demokrat a kurd li Sûriye serkevtina kongreya 4ê ya YNKê pîroz kir.

Bi boneya serkevtina kongireya 4ê ya YNKê Partiya Çep a Kurd a Demokrat li Sûriye bi serokatiya Salih Gedo germtirîn pîrozbahî li Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir û serkevtin ji kar û xebatên YNKê re xwest.

Di wê peyamê de hatiye ku ji bo kadro û endamên YNKê ên rêzdar bi boneya serkevtina kongreya 4ê, ji dil pîroz dikin û ev pêngav destkevteke mezin ji bo partiya we a bira bi taybetî û ji bo gelê kurd li hemû herêma Kurdistanê bi giştî ye.

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demorat a Kurd li Sûriye Salih Gedo di dirêjahiya peyama xwe ji bo pîrozkirina kongreya 4ê ya YNKê de wiha got; 4 sal ji serkevtin û destkevtan ku YNKê di dîrojka xwe de bi destaniye ku bi hezaran pakrewan di wê riya pîroz de pêşkêş kiriye û bi hezaran birîndar û qurbaniyên bê wêne, ev tev destkevtin ji bo gelê kurd û Kurdistanê di bin serokatiya rewanşad Mam Celal avaker û damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de bû.

Di peyama xwe de dibêje; Me bi girîngdayîneke pir mezin temaşe û agahdarî pêngavên kongreya we tya 4ê bûn, me dizanî ku YNKê wê bikanibe hemû ew alozî û zehmetiyên hene derbas bike û wê rêbaza kurdeyetî ê ku Mamê me ê mezin darijtibû ji xwe re bike bingeh.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket