Panorameyek ji 2019`an

kurdistani 05:23 PM - 2019-12-29
Panorameyek ji 2019`an

Panorameyek ji 2019`an

Girîngtirîn buyerên sala 2019`an li Kurdistan û Cîhanê.

1-1-2019 firokeyên cengî ên Êraqê êrişî nav axa Sûriye kirin û 30 serkirdeyên DAIŞê kuştin.

1-1-2019 wezîrê berevaniya Amerîkayê Jaims Matis ji ber nerazîbûna biryara Trump ya vekişandina artêşa Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê dest ji kar berda.

5-1-2019`an, wezareta derva ya Amerîkayê destbikarbûna Jayms Jaferî wek nûnerê Amerîka li Sûriye û Êraqê ragiahnd.

di 6-1-2019`an de, Kêvin Siwênê rêvebirê nivîsgeha wezareta berevaniya Amerîkayê dest ji kar berda.

7-1-2019`an, 8 partiyên Bakurê Kurdistanê bi yek lîsteyê lihevkirin û biryar dan ku li jêr çadira HDPê beşdarî li hilbijartinan bikin.

8-1-2019`an, serokkomar Dr. Berhem Salih li ser banghêşta Mîrê Qeterê Temîm kurê Hemed serdana Qeterê kir.

11-1-2019 li ser daxwaza serokê Amerîka Donald Trump artêşa wî welatî ji Sûriye û Rojavayê Kurdsitanê dest bi vegerê kir.

12-1-2019`an serhildana hêlek zeran li Firansayê dest pê kir.

Di 15-1-2019`an, wezîrê derva ya Êranê Cewad Zerîfî bi serdaneke fermî gihîşte Êraqê û Hewlêr û Silêmanî û serdana mezara serok Mam Celal kir û wek wefadarî û rêzgirtin tace gul jî li ser mezarê danî.

19-1-2019 li Maksîko ji ber teqîna boriya neftê 66 kes mirin û bêhtir ji 70 kes jî birîndar bûn.

19-1-2019 belamekî koçberan li kenara deryaya Lîbiyayê bin av bûn ku tenê 3 kes ji wan hatin rizgar kirin.

23-1-2019`an, li bajarê Efrînê di encama teqîna otombîleke bombekirî bi baregeha Ahrarê Şamê de 3 çekdar mirin û 7 jî birîndar bûn.

24-1-2019`an, ew dorpêça Tirkiyê li ser hatûçûna firokeyên firokexaneya Silêmaniyê bo Tirkiyê hat rakirin û asayî bû ku bi sedema proseya refrendoma 25-9-2019`an ku Tirkiyê biryara daxistina firokexaneyên Herêma Kurdistanê da bû wek sizaya bi baca refrendomê.

26-1-2019 li Berazîlê 200 kes ketin jêr bendavekê ku dema hatiye rûxandin

27-1-2019 salvegera Holokost hat kirin û bi wê boneyê jî li gel Almanya li sertanserî cîhanê merasîmên slavegera komkujiya qirkirina Holokostê hat kirin.

21-1-2019 moşekavêjên Îsraîlê mezintirîn êrişên xwe li dijî bingehên serbazî Êranê di nava axa Sûriyê de pêk anî ku li derdora bajarê Şamê paytexta Sûriye bû.

28-1-2019`an Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg koça dawî kir.

Serokkomar Dr. Behem Salih yasaya budçeya giştî ya hikûmeta federal a Êraqê pejirand.

7-2-2019`an, li Misrê 40 termên mûyakirî hatin dîtin ku piraniya wan jin û zarok bûn.

8-2-2019`an filîma Setek ji bo Mestê Espan ji derhênerê derhênerê kurd Behmen Qubadî di nava lîsteya 12 filîmên pir girîng de hat pejirandin.

14-2-2019`an li Rojavayê Kurdiostanê devera Baxozê li ber sînorê Êraqê 40 ton zêr û 2 milyon dolarî Amerîkî hat dîtin.


22-2-2019 projeya Malê Mam Celal hat ragiahndin ku biryar we ye jî wê menomentek û pirtûkxaneyek li gel hol û gelerî û sakoya azad û parkekî be.

23-2-2019 li piştî 31 salan ku Helebce hatiye kîmiyabarankirin, zarokekî Helebceyî vedigere nav malbata xwe.

D roja 2-3-2019`an, di dema civîna HSDê li gel rispiyên Reqayê de, xwekujiek xwe diteqîne û dibe sedema şehîdbûna 4 kesan û birîndarbûna  14 kesan.

4-3-2019`an, serleşkerê mezin ê DAIŞê Ebu Xalid Ensarî ji aliyê şervanên HSDê ve hat kuştin.

Nexweşxaneyeke taybetî di roja 7-3-2019`an de, ji bo dermankirina birîndarên kîmiyabarana Helebçeyê li bajarê Helebçe hat vekirin.

Dirêjî ma ye...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket