Vejandina fermanên binpêkirina mafên mirovan

kurdistani 05:54 PM - 2019-12-28
  Hozan Efrînî : Vejandina fermanên binpêkirina mafên mirovan

Hozan Efrînî : Vejandina fermanên binpêkirina mafên mirovan

Bendên Danazan Gerdûnî Ya Mafên Mirovan
Di rastiya felsefeya parastin û xwedî derketina mafên mirovan, pêwîst e her kes li bendên sereke yên Danazan Gerdûnî Ya Mafên Mirovan vegere û li gorî wê livînê bike.
Ji bo ku em rastiya komkujiya ku li parêzgeha Çirnaxê li gorî mafên mirovan binrxînin, dibe ku em hinek ji bendên Danazan Gerdûnî Ya Mafên Mirovan binerin û binirxînin.
Bend 1
Hemû mirov azad û ji aliyê maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê. Xwedî hiş û wijdan in û divê bi hestên biratiyê nêzîkayî li hev bikin.
Bend 3
Jiyan, azadî û ewlehiya kesanî, mafê her mirovî ye.
Bend 5
Li tu kesî îşkence û stem nayê kirin, bi kirînên derî mirovanê û rûmetşikên nêzîkayî lê nayê kirin û ceza lê nayê birîn.
Bend 10
Her kes, ji bo ku maf, berpirsî an jî tawanbariya ku lê tê kirin û je re ceza tê xwestin. Bi aweyekî rast esehî bibe, mafê wî heye ku li doza wî, li dadgeheke serbixwe û bêalî û bi şêweyek xwedayî û aşkera bê nihêrtin.
Bend 13
I. Mafê her kesî heye ku di nav axa dewletekê de bi serbestî rêwîtiyê bike û devera ku lê bi cîh bibe, ji xwe re hilbijêre.
II. Mefê her kesî heye ku ji welatekî, yê wî ji tê de, derkeve û carekî din vegere wî welatî .
Bend 30
Tu hukmekî vê danezanê, ku tê de maf û azadî hatine ragihandin, nikare bê şîrovekirin ku maf dide dewletekê, komekê an jî kesekî, ku parastina belakirin an jî hilanîna wan hukman bike.
*Fermanên dijwar yek li dûv yek de ye
Dîsan li me Kurdan fermane, derdekî bê dermane, bombeyên bi tuz û kilxane li ser gelê me de her bordûmane, fermane, fermane dîsan li me fermane.
Ev jî şansek ji şansa gelê me ye ku di her cejin û şahiyekê de, culûbergên şahiyan ji bikin û culûbergên şînî û xemgîniyê li berbikin.
Ev yek ji gelê Kurd re, mîna felsefeyeke jiyanê, ji aliyê rêjîmên dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye sepandin û bi ser jiyana rojê de, bûye roznameyeke xembariyê.
*Li Bakurê Kurdistanê li Qilabana Şirnaxê fermane
Îro dîsan li ber sînorê Bakur-Başrê welêt, fermana jinavbirina vîna gelê Kurd hat vejandin. Ew fermana fermaneke gelek dijwar bû, fermaneke bê wênebû.
Li gor ragihandin û jêderên navçeyên bombebarankirî ku di encama êrişên esmanî yên ji aliyê balafirên ceng yên Tirkiyeyê ve pêk hatine de,  bi taybet li dijî herdu gundên (Roboskî û Bîcê) ya ser bi navçeya Qilabanê li parêzgeha Şirnexê, 48 welatiyên sivîl yên Kurd jiyna xwe ji dest dane.
Her weha di derbarê rastiya wê bûyerê de, kesekî bîner û ji nêz ve agahdar li navçeya Heftanînê ji PUKmedia re ragihand ku welatiyê sivîl yên Kurd ku ji aliyê balafirên artêşa Tirkiyê ve hatine şehîd kirin, hemû xelkê sivîl in ku di navbera sînorê Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, ji bo peydakirina rizq û parjîniya zarok û zîçên malabta xwe kasibkarî dikrin.
Di dema vegera wana ji Herêma Kurdistanê bo malên xwe yên li ber sînor, li gor jêdera agahdar ku welatiyên şehîd destpêkê li navçeya Heftanînê ,di navbera Herêmê û Tirkiyê de, ketine pisuya artêşa Tirkiyê û piştre yekser ji aliyên balafirên Tirkan ve hatine bombebarankirin.
Wê jêderê aşkire kir ku di encama wê êrişê de, 48 kesan jiyana xwe ji dest dane û termê 36 kesan hatine dîtin, dibe ku yên din jî perçe perçe bûne û birîndarên wê bûyerê ji bo nexweşxaneya Şirnexê hatine şandin.
*Bersiva Tirkan çi bû..?
Lê Artêşa Tirkan jî, derbarê komkujiya li gundê Roboskiya navça Qilabana Şirnexê de, daxuyanî da û got; “Dîmen ji aliyê balefirên bê mirov ve hatiye girtin. Ew Herêm ji aliyê PKK'ê ve tê bikaranîn. Lewma lêpirsîna dadwerî û îdarî hatiye destpêkirin.
*Daxuyaniya KCK`ê li hemberî bersiva Tirkan çi bû..?
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku komkujiya li Qilabanê pêk hatiye bi temamî bi pilan bûye û armancek diyar a wê hebûye û got; “Hemû kesên pê agahdar in, dizanin ku gerîla di nîva zivistanê bi awayê karwaneke ji 40-50 kesî pêk tê û bi ewqas hêstiran ve nakeve ser rê.”
*Pêwîst e ku em êrişkeran şermezar bikin ne xwe şermezar bikin
Lê mixabin ku ez titirsim ku ev komkujî jî, bi awayekî normal bi ser guh û çavên siyasetvan û nivîskarên me Kurdan re derbas bibe, mîna komkujiya ku 34 law û keçên Kurdan ku bi çekên kîmiyayî li Çelê hatibûn şehîdkirin û ti nivîskarên me yên di malperên gemyakurda, welatî, nefel, avestakurd û gelek malperên din derbarê liv û tevgera bakurê Kurdistanê de yekser pênûsa xwe tûj dikin û mîna babirûskan dikevin nava rexnan, luman, derxistina şaştiyan, çawtiyan û tawanbarkirina PKKê û BDP`yîyan.
Dema mirov li ser pêkanîna vê bûyerê lêkolîn an jî, lêpirsîn an jî bidûvketineke berfereh û kûr bike, gelo dê ji bo me Kurdan çi wateyê bide…?
Mirov dibe bi wîjdan bîr li rastiya vê bûyerê bike ku gelo ev name ji bo tevahiya gelê Kurd li her çar aliyên welêt e, an jî ji bo Bizava Rizgarîxwaza Newtweya Kurd li Bakurê Kurdistanê ye.?
*Di Yasadestûra gelan de xweparastina rewa
Lê li gor yasa û destûra hemû miletekî dunyayê ku ji erkên xwe yên netewî dibînin ku di dema rûdana her kiryareke mezin yê dijwar li dijî kesên ji wê netwewyê wiha bi girîng dizanin ku pêwîst e her rewşenbîrek, siyastevanek, nivîskarek, hunermendek, helbestvanek, çalakvanên siyasî û civaka sivîl, wek erkeke netewî xwedan helwest bin û xwedî li parastina xelkê xwe derkevin û her kes li gor kar û pîşeyîya xwe di nava liv û tevgerê de be.
*Di her rûdaneke wiha de, erkên me çin e..?
Ji ber vê yekê jî, em bi hêvî ne ku ew aliyên ku li jor amaje pê hatiye kirin, li her çar aliyên Kurdistanê, bi çavakî asayî û normal temaşeya vê bûyerê nekin û dibe ku em ji xwe û ji her kesî bipirsin ku gelo ev komkujiya ku di vê demê de, li dijî kasibkarên Kurd yên hejar pêk hatiye, çi wateyê dide..?
Gelo çima di her bîranîn û cejnan de, balafirên Tirkan yên şer xweşiyê li gelê me dike nexweşî û xemgînî û diltengiyê bi ser me de diweşîne..?
Gelo partiyên me yên Kurdistanî li her çar aliyên welat, dê xwediyê helwesta netewî bin an na..?
Lê ez di wê baweriyê de me ku hikûmeta Herêmê û serokatiya Herêma Kurdistanê û partiyên din yê Kurdistanê dê bê helwest nemînin û dê serxweşiyê li xwe û gelê xwe bikin û komkujiya ku hatiye kirin jî riswa û şermezar bikin.
Ji ber ku di dema kuştina 24 leşkerên Tirkan li Çelê, me nerazîbûna li hemberê wê êrişê ji hemû aliyên Kurdistanî bîst û sersaxî jî li hikûmeta Tirkiyê  kirin, lê îro jî ew dema hatiye ku heman alî û kes li dijî wê komkujiyê helwest bigirin û Tirkiyê şemezar bikin, ev jî erkeke nîştimanî û mirovahî ya me hemûyan e.
*Pirse û serxweşî
Di serî de, ez serxweşî li xwe û li tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê û malbat û xizmên şehîdan dikim û wê komkujiyê jî bi tundî şermezar dikim.
Ew komkujiya ne li dijî hemû yasa û destûr û bendên carnameya parastina mafên mirovan yê cîhanî ye, li gorî yasa û destûra wê, bi ti carî naye pejirandin û pêwîst e ji aliyê hemû kesan û rêxistinan ve bête şermezar kirin.
Têbînî; Ev gotar ji erşîva sawtalkurd1 hastiye wergirtin...
Hozan Xelîl Efrînî
29-12-2011

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket