8 sal berê, Komkujiya Roboskî ..

kurdistani 05:07 PM - 2019-12-28
     Komkujiya Roboskî ..

Komkujiya Roboskî ..

8 sal beriya niha li ser sîbnorê bakur û başûrê Kurdistanê komkujiyeke bê wêne li dijî ciwanên kurd pêk hatibû.

Îro 28 / 12 / 2019` heştemîn salvegara komkujiya Roboskiye, Artêşa Tirk roja 28 / 12 / 2011`e, gundiyên Roboskî bi balafirên şer bi awayekî hovane bombebarin kirin, di encamê de 34 welatiyên Kurd ku karê kasbî û kirîn û firotanê dikirin tako jiyana malbatên xwe birêve bibin, jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên Tirk roja 28 kanûna yekem ji sala 2011, li ser sînorê Herêma Kurdistan û Bakûrê Kurdistanê  kerwaneke ji welatiyên sivîl bi bihaneya ku endamên PKK`ê ne bombebaran kirin, di encamê de 34 welatiyên Kurd ên ji gundê Roboskî ya ser bi Şirnexê ve ne jiyana xwe ji dest dan.

Di wê barê de, di roja 6-2-2014`an de, Rojnama Radîkal ya Tirkiyê dabû xuya kirin ku li gorî agahiyên ketine dest ji 4 balafirvanên bombebaran pêk anîna 2 ji balafirgeriya leşkerî  û hêzên balafirgeriya artêşa Tirk dest ji kar berdan.

Rojnamê diyar kir ku ev du salin ne diyare kî ji ber êrişê ve berpirsiyare, lê di demek  wiha de ev kitekit derket holê ku balafirvanên êriş pêk anîne dev ji karê balafirgeriya leşkerî  û artêşa Tirk berdidin û berê xwe didin balafirgeriya sivîl.

Her wiha Rojnamê diyar kir ku ji dema bûyerê ve her 4 balafirêvanên êriş pêk anîne, ji balafirgeriya aktîv hatine girtin û  ji ber encamên êrişê seyr mane û psikolojiya wan têk çû ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket