Hedad banga hevkariya Serokkomar kir

kurdistani 11:41 AM - 2019-12-28
Hedad banga hevkariya Serokkomar kir

Hedad banga hevkariya Serokkomar kir

Cîgirê serokê Encûmana Nûneran D.Beşîr Xelîl Hedad bang li serkirdeyên siyasî û serokên fireksiyon û partiyên niştimanî kir ku ji bo mosokerkirina namzetê mezintir fireksiyon ji serokatiya wezîran re bi serokê komar re hevkariyê bikin da ku li gorî daneyên qonaxa niha û berdewamiya xwenîşandanên gelêrî li Bexdayê û hejmarek parêzgehan .

Hedad di belavokekê de destnîşan kir ku divê ku namzet ligor pejirandina gel li ser bingeha peymana siyasî be û her wiha li gor bercewendiya Niştimaniya Bilind ya welêt be .

Derbarê axaftina serokkomar Hedad wiha got: "Axaftina Serokkomariyê ya bi Serokatiya Encûmana Nûneran re belavokek helwestê ye û ne daxwazek fermî ji bo destkêşanê ji kar e, tiştê ku nameyê de kiribû şiroveyek jizehmetiyane û amadekariyê jibo pêşkêşkirina îstifayêyebi sedema aloziya siyasî û nebûna peymanê derbarê namzetê serokatiya wezîran de ji ber vê yekê em bang li hemû kesî dikin ku bi hişmendiyê welêt biparêzin ku bêtir pirsgirêkan çênekin, ,destnîşa kir ku eger Serokkomar daxwazek nivîskî ya eşkere ji bo îstifakirinê pêşkêş bike wê hingê dê daxwaz li gorî bendê (75) ê destûra Êraqê were meşandin.

PUKmedia- Ofîsa Ragihandina Cîgirê serokê Encûmana Nûneran

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket