Sekreterê giştî yê Yekîtiya Islamî pîrozbahiya YNK kir

kurdistani 10:50 AM - 2019-12-28
 Sekreterê giştî yê Yekîtiya Islamî pîrozbahiya YNK kir

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Islamî pîrozbahiya YNK kir

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Islamî ya Kurdistanê, Selahedîn Mihemed Behedîn bi boneya serkeftina konferansa çaremîn yê Yekîtî peyameke pîrozbahiyê şand.

Di peyama pîrobahiyê de wiha hat: Bi boneya serkeftina xebata çaremîn a konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Encûmena Siyasî ya Bilind û serkirdayetiya YNK,endam û kadro û alîgirên we pîrozbahiyên germ û silav û şanazî ji were pêşkêşî dikim.

Amaje bi wê yekê jî kir ku lidarxistina konferansê û serfiraziya wê di rewşa heyî de destkeftiyek girîng û pêngavek berbi aramiya siyasî û rêveberî li herêma Kurdistanê û parastina destkeftiyên gelê me û bihêzkirina bingehên demokratîk li herêma Kurdistanê ye, destnîşan jî kir ku em li bendê ne ku xurtkirin û pêşxistina têkiliyên dualî di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Yekîtiya Islamiya Kurdistanê de ne.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket