Panorameya kongreya 4ê ya YNKê

kurdistani 04:29 PM - 2019-12-23
Panorameya kongreya 4ê ya YNKê

Panorameya kongreya 4ê ya YNKê

YNK Konferansa xwe lidardixe
 
Biryare ku îro Şemiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kongireya xwe yê çaremîn lidarxe.

Berpirsê komîteya bilind yê Hilbijartinan Rizgar Elî di daxuyaniyeke televezyonî de ku PUKmedia`yê ew dişopand de ragihand ku di demjimêr 11 de çaremîn konferansa Yekîtî dê were lidarxistin , destnîşan jî kir ku kongireye ninûh kirinê wê li ser rêya Mam Celal Talebanî be.
Amaje bi wê yekê jî kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wê di têkoşînê ji bo xuzmetguzeriya gelê xwe de berdewam be.

Kongireya çaremîn yê YNKê dest pê kir


Karên kongireya çaremîn yê YNK birêve çû

Li bajarê Silêmaniyê çaremîn kongireya YNKê dest bi kar û xebatên xwe kir.

Îro roja şemiyê 21-12-2019`an, beriya çend xulekan li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê, kar û çalakiyên çaremîn Kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê kir.

Berpirsê komîteya bilind yê Hilbijartinan Rizgar Elî di daxuyaniyeke televezyonî de ragihand ku çaremîn kongireya Yekîtî wê kongireya jinûhkirinê û berdewamiyê li ser rêya Mam Celal Talebanî be.

Amaje bi wê yekê jî kir ku Yekîtî wê di têkoşînê ji bo gelê Kurdistanê de berdewam be.

Kosret Resûl: Em Yekîtî nûh dikin
 
Îro pêş nîvro roja şemiyê 21-12-2019`an, çaremîn kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê dest pê kir,cîgirê sekreterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî di kongireyê de goterek pêşkêş kir têde pîrozbahiya  hevalên Yekîtî kir û got wek Mam Celal gotibû Yekîtî dibe gurzê gul û em hemî bi yekewe Yekîtî nûh dikin.

Di dewamiya axaftinê xwe de Resûl amaje bi wê yekê jî kir ku daxwaz li hevalan dikim ku bi awayeke nûh livan yekîtî bixebitin ji ber ku yekîtî jibo hemûmene û divê em hemû xuzmeta Yekîtî bikin.destnîşan kir ku eyendey Yekîtiy nûh dikin û hêvîdarim kongire serkeftî be.

Hilbijartina Civata Giştî ya YNKê

Biryare ku wê sibê roja duşemê 23-12-2019`an, hilbijartina Civata Giştî Ya YNKê dest pê bike.

Di wê barê de, peyvdarê fermî yê kongireya 4ê ya YNKê Mela Yasîn ragiahnd; wê dengdan li ser hilbijartina civata giştî YNKê sibê roja duşemê demjimêr 9ê sibê be, her weha aşkire kir ku endamên kongirê dikarin dengên xwe bidin bi 60î bo 121 endamên ku xwe ji bo civata giştî ya YNKê namzetkirine.

Her weha duh jî Encûmena Bilind a siyasî YNKê ku ji 9 kesan pêkhatibû bi piraniya dengan hatibûn hilbijartin ku pêkhatibû ji Kosret Resûl Elî, Hêro Îbrahîm Ehmed, Dilêr Seyîd Mecîd, Ednan Miftî, Qadir Hema Can, Erselan Bayîz, Şêx Cafer Mistefa, Omer Feteh û Mela Bextiyar, ew civat bi serokatiya Kosret Resûl Elî ye...

Aşkire kir ku wê hilbijartina Encûmena Giştî ya YNKê pir bi zelalî birêve biçe. û wê ev proseya pêwîstî bi dem hebe tako encamên hilbijartinê aşkire bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket