Serjimara dawî ya qurbaniyên Şengalê

kurdistani 07:13 PM - 2019-12-10
 Ji 550 hezar 360 hezar koçber û 1293 şehîd û 2745 sêwî

Ji 550 hezar 360 hezar koçber û 1293 şehîd û 2745 sêwî

Li gor Serjimara dawî ya qurbaniyên Şengalê ku 550 hezar kes 360 hezar koçber û 1293 şehîd û 2745 sêwî bûne.

Di wê barê de, Mekteba rizgarkirina Êzîdiyan li Herêma Kurdistanê îro roja sêşemê ragiahnd ji sala 2014`an ve terorîstên DAIŞê ziyaneke pir mezin gihandin bi kurdên Êzîdî li sertanserî Êraqê ku di demekê de hejmara wan Êzîdiyan bi qasî 550 hezar kes bûn ku ji wan 360 hezar koçber bûn û bi qasî 1293 kesan jî şehîd bûn û hejmara sêwîyan jî 2745 kesin.

Ew kesên Êzîdî ku piştî komkujiya Şengalê koçberî dervayî welat bûne 100 hezar kesin. Hejmara kurdên Êzîdî ku hatibûn revandin 6417 kes bûn ku 3548 jin bûn û 2869 mêr bûn.

Hejmara Êzîdyên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin wihye; Bi giştî  3528 kesin. ji wan 1199 jin in, 339 jî mêr in, 1040 zarokên mê ne, 950 jî zarokên nêr in, hejmara jêr destê DAIŞê mane 2889 kes in ku di nava wan de 1309 jin in û 1580 jî mêr in.

PUKmedia-M.R.Ê.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket