PUKmedia xalên cudahî derbarê yasayê hilbijartinê belav kir

kurdistani 11:19 AM - 2019-12-07
PUKmedia xalên cudahî derbarê yasayê hilbijartinê belav kir

PUKmedia xalên cudahî derbarê yasayê hilbijartinê belav kir

Nûner Dylan Ghaffour di daxuyaniyek taybet de ji PUKmedia re ragihand: Blokên parlamento gelek nêrîn li ser pêşnûme qanûna helbijartinê ya ku ji bo xwendina duwemîn di Civata Nûneran de hate pêkanîn.

Parlementar Dîlan Xefor di daxuyaniyake taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku derbarê pirojeyasayê hilbijartina nûh yên ku di nav encûmanê de xwendina duyemîn liser hatiye kirin de licem fireksiyonên parlementoyê gelek pêşbînî hene,pêşbîniya herî girîng ewe ku nabe serokkomar û wezîran û berpirsên peya bilind bibin namzetên hilbijartinên Encûmana Nûneran ku ev yek lidijî destûra Êraqê ye ku dibêje ku ji mafê her Êraqiyakî ye ku bi namzetê hilbijartinan be.

Daxuyaniyê lê zêde kir ku di yasaya nûh de pêşniyar heye ku hejmara endamên Encûmana Nûneran klêm bibe ku ji bo 250 hezar hilbijêran kursiyek hebe, destnîşan kir ku pêwîstiya van pêşniyarnan bi guhartinên destûrî heye ji ber ku bendin hene lidijî destûrê ne ,divê di serete de destûr bê guhartin pişt re qanûnên hilbijartinan werin yasa kirin.
Dîlan amaje bi wê yekê jî kir ku yasakirina qanûna hilbijartinan pêdivî bi wext heye ji bo gotûbêjê û yasakirina qanûna baş ji hêla Encûmana Nûneran ve.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket