Li dijî baregeha Amerîkayê ya li Bexdayê êriş

kurdistani 12:48 PM - 2019-12-06
Li dijî baregeha Amerîkayê ya li Bexdayê êriş

Li dijî baregeha Amerîkayê ya li Bexdayê êriş

Li dijî Baregeha Beled a Amerîkayê ya li Bexdayê şevê din êrişek pêk hat. Di nava hefteyekê de ev cara duyemîn e heman baregeh rastî êrişê tê.

Li gorî ragihandina leşkerî ya Iraqê, duh bi şev li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya di nava Balafirxaneya Beled a leşkerî de êrişek pêk hat. Li gorî heman çavkaniyan di êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye,destnîşan hat kirin ku beriya niha jî li heman cihî êrîşek pêk hatibû.

Baregeha asmanî ya Beled yek ji baregehên leşkerî ye ku 80 kîlomitir ji bakurê Bexdayê dûr e û tê de baregeheke leşkerî ya hêzên Amerîkayê heye.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket