10 şehîdên Efrînî bi axê hatin spartin

kurdistani 06:00 PM - 2019-12-04
10 şehîdên Efrînî bi axê hatin spartin

10 şehîdên Efrînî bi axê hatin spartin

Ew 10 şehîdên Efrînî ku 8 zarok bûn û 2 jî kalmêr bûn li gundê Fafînê ya Şahbayê bi axê hatin sipartin.

Îro roja çarşemê 4-12-2019`an, li navçeya Şahbayê li gundê Fafînê ew 10 pakrewanên ku 8 ji wan zarokbûn û 2 jî kalmêr bûn, bi beşdarbûna deh hezaran kes bi axê hatin spartin.

Di wê barê de, endamê kordînasyona kampên penaberan li Şehbayê Niyazî Sîdo ji PUKmedia`yê re ragihand; Îro li bajaroka Tilrifetê malên sivîlan bûne armanca topxaneya Tirkiyê û çeteyên wê.

Sîdo aşkire kir ku ew êrişa hovane a Tirkiyê li dijî penaber û koçberên Efrînê bi awayekî tewşankî tê kirin ku hejmarek zarok û kal û pîr jî bûne qurbanî.

Her weha çalakvanê siyasî kurd li Almanyayê Elî Betal jî wiha ji PUKmedia`yê re got; Îro komkujiyeke hovane li dijî zarokên penaber ên Efrînê ji aliyê çete û artêşa Tirkiyê ve pêkhatiye ku di encamê de, 9 zarokan jiyana xwe ji dest dane û şehîdbûne û 12 zarokên din jî birîndar bûne.

Hûn dikarin bi wêneyan merasîma bi axspartinê bişopînin...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket