Piştî komkujiya li Til Rifetê Şehbayê reş girê daye

kurdistani 12:56 PM - 2019-12-04
Piştî komkujiya li Til Rifetê Şehbayê reş girê daye

Piştî komkujiya li Til Rifetê Şehbayê reş girê daye

Piştî komkujiya Til Rifetê, Li kantona Şehbayê rengê reş li ser jiyana şêniyan serwer bûye û ji bo şehîdên komkujiyê dîkan hatine girtin.

Artîşa Tirk tevî çeteyên xwe di 2`yê Kanûnê de, komkujiyek derheqê gelê Efrînê yên bi darê zorê hatine koçber kirin de pêk anî. Di komkujiyê de 10 sivîl şehîd bûn , zêdetirî 12 jî birîndar bûn, ji bo şehîdên komkujiyê şîn hat ragihandin. Hemî dikanên li sûkan hatin girtin, rengê reş û bêdengî li her devera kantonê serwer e.
Şêniyan Şehba êrîş û ew komkujiyê ku pêk hatiye şermezar kirin ,destnîşan kirin ku gelên Efrîn û Şehbayê yek in û ji zûde hevgirtî ne ji ber vê yekê me şîn ragihandiye ,ku dewleta Tirk dixwaze ku bi vê êrîşan fîtne û tevilheviyê di nav pêkhatan de çêbikeû em vê yekê red dikin.

Her weha koçberên ji Efrînê jî ragihandin ku sala borî dewleta Tirkiyê em bi darê zorê ji malên xwe koçber kirin lê heta niha jî em ji top û êrîşên wê xelas nebûn ,heta niha bi derheqê me û zarokên me komkujiyan dike ,di dema ku rewşa esman saf bû û zarok derketin derve ku bilîzin rastî topê dewleta Tirkiyê hatin û şehîd ketin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket