Hêzên bêhtir ji Pêşmergeyan jibo taxa Kolco hatin şandin

kurdistani 11:00 AM - 2019-12-04
Hêzên bêhtir ji Pêşmergeyan nardin taxa Kolco

Hêzên bêhtir ji Pêşmergeyan nardin taxa Kolco

Roja Çarşemê wezareta Pêşmerge tekez li ser wê yekê kir ku li navçeyên Xaneqînê di navbera xalên Pêşmerge û hêzên Ewlekariyê de valahiyeke ewlehiyê heye heta Sihêlî.

Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge Cebar Yawerdi daxuyaniyeke televezyonî de ku PUKmedia`yê dişopand de ragihand ku li gorî gotina komîteyek hevbeş ya efserên wezareta berevanî û pêşmerge ve hatî pêşkêş kirin ku di navbera herdu hêzan de di navbera Xaeqînê û Sihêlê ve valahiyeke ewlehiyê heye ku çeteyên DAÎŞê jê sûd werdigre û êrîşan pêk tine. tekez jî kir ku bi tenê hêzên ewlekariyê nikarin reş kontrol bikin,wezareta pêşmerge amadabûna xwe ji bo parastinê piştrast kir lê heta niha wezareta berevaniya Êraqê ti bersivên pêşniyaran ne daye.

Yawer lê zêde kir ku: Wezareta Pêşmerge biryar da ku li devera Kolco ya li Germiyanê de hêzek din bişîne, û Lîwa Pêncemîn a piyode berbi devera Germiyan ve bişîne ji bo ewlekariya deverê.destnîşan kir ku li gor agahiyên berdest dibêje ku rêxîstina DAÎŞê bi rêya komên
 biçok ên ku li Diyale û Hiwêceyê , Riyad û Ebasî yên li Kerkûkê û çiyayên Qereçoxê mane ,jinûhve xwe birêxistin dike ji ber vê yekê pêwîstiya bilez bi hevkariyê di navbera Pêşmerge û Artêşê de heye da ku pilan û azadiya terorîstan têk bibin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket