Talebanî:Ji bo piştevaniya Nînewa di jinûhavakirinê de em amadene

kurdistani 10:25 AM - 2019-12-04
Talebanî:Ji bo piştevaniya Nînewa di jinûhavakirinê de em amadene

Talebanî:Ji bo piştevaniya Nînewa di jinûhavakirinê de em amadene

Roja Çarşemê 4-12-2019`an,Li Hewlêr a paytext konferansa veberhênanê li Nînewa  birêve çû, Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tekez kir ku ew di piştevaniya bajarlê Nînew di jinûhavakirinê de amade ne.

Bi amadebûna bi dehan kompaniyên herêma Kurdistanê tevî çend kompaniyên amerîkî û biyanî konferans pêk tê , wê lderbarê veberhênanê li Nînewa û peydakirina derfetên kar ji ciwanan re gotûbêj bikin.

Talebanî di axaftina xwe de di vekirina konferansê de ragihand ku Herêma Kurdistanê spasiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo pêşkêşiyên wê di salên borî de ji Herêmê re di gelek war de û bitaybet di warê jinûhavakirinê de kir,destnîşan jî kir ku nêzîkî yek milyon ji Nînewayê li Herêmê hene û hikûmeta Herêmê wê pêkvajiyana aştî di nav welatiyan de pêk bîne,di heman demê de li ser zêdebûna çavkaniyên ji bo herêmê dixebite .

Her weha Talebanî amaje bi wê yekîê jî kir ku ewlehî û aramiya herêma Kurdistanê ji ewlehî û aramiya Nînewayêye, tekez kir ku herêm dikare bibe dergehek girîng ji bo nûavakirina Nînewa, tekez kir ku Herêm ji bo piştevaniya jinûhavakirina Nînewayê amadeye û divê ku hikûmeta Federal jî  bêhtir li ser bixebite û kar bike.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket