UNICF ji bo komkujiya zarokên Efrînê hate deng

kurdistani 03:23 PM - 2019-12-03
Rêxistina unicf ji bo komkujiya zarokên Efrînê hate deng

Rêxistina unicf ji bo komkujiya zarokên Efrînê hate deng

Rêxistina unicf ji bo komkujiya li dijî zarokên Efrînê ku li Til Rifetê pêkhatiye hate deng.

Li gorî nûçeyeke malpera Rêxistina UNICFê ku ew agahdar bûne ku li navçeya Til Rifetê ya ser bi bakurê Helebê 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 8 zarokên din jî birîndar bûne.

Her weha di barê wê buyera hovane de, Nûnerê Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Siwîdê "Stêr Kurdaxî" di bêje ku piştî 5 sal dorpêç û berxwedanî, her weha 2 sal jî koçberî û penaberî û 3000 şehîd û 365 gund li jêr dagîrkeriyê de ne, lê îro dîsan li Şahbayê dîsan Efrîn tê serjêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku du roja duşemê 2-12-2019`an, li bajarê Tilrifetê a hevsînorê Efrîna dagîrkirî, 9 zarokên Efrînê ji aliyê topxaneya Tirkiyê ve hatin şehîdkirin û 12 jî birîndar in.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket