Tilrifet; 10 zarok û kalekî Efrînî hatin şehîd kirin

kurdistani 05:45 PM - 2019-12-02
.

.

Komkujiyeke hovane li dijîç zarokên penaber ên Efrînê ku koçberî Tilrifetê bûne.

Îro roja duşemê 2-12-2019`an, li bajarê Tilrifetê a hevsînorê Efrîna dagîrkirî, 9 zarokên Efrînê ji aliyê topxaneya Tirkiyê ve hation şehîdkirin û 12 jî birîndar in.

Di wê barê de, endamê kordînasyona kampên penaberan li Şehbayê Niyazî Sîdo ji PUKmedia`yê re ragihand; Îro li bajaroka Tilrifetê malên sivîlan bûne armanca topxaneya Tirkiyê û çeteyên wê.

Sîdo aşkire kir ku ew êrişa hovane a Tirkiyê li dijî penaber û koçberên Efrînê bi awayekî tewşankî tê kirin ku hejmarek zarok û kal û pîr jî bûne qurbanî.

Her weha çalakvanê siyasî kurd li Almanyayê Elî Betal jî wiha ji PUKmedia`yê re got; Îro komkujiyeke hovane li dijî zarokên penaber ên Efrînê ji aliyê çete û artêşa Tirkiyê ve pêkhatiye ku di encamê de, 9 zarokan jiyana xwe ji dest dane û şehîdbûne û 12 zarokên din jî birîndar bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket