MSD li gel wezareta derve ya Danîmarkê civîya

kurdistani 12:21 PM - 2019-12-02
MSD li gel wezareta derve ya Danîmarkê civîya

MSD li gel wezareta derve ya Danîmarkê civîya

Şandeke Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) li gel wezareta derve ya Danîmarkê civîya.

Mêdyayên nêzîk ji Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) belavkirye, ku şandeke Encûmena Sûriya Demokrat ku pêkhatibû ji hevserokê wê Riyad Derar û seroka desteya cîbcîkar Îlham Ehmed li Danîmark li gel wezîrê derve yê wî welatî civiyan û behsa rewşa dawî yê rojavaya Kurdistanê kirin.

Di wê civînê de, Encûmena  Sûriya Demokrat daxwaza tevlîbûna wan di piroseya sîyasî ya Sûriya de kirîne herweha behsa binpêkirinên Tirkyê  û êrîşên wê li djî bakura rojhlata Sûriyê jî kirîne.

Li gor ku hatîye belavkirin wezîrê derve yê Danîmark ji şandê re tekezî  li ser berdewamiya  piştevaniya Hêzên Sûriya Demokrat kiriye, di heman demê de jî êrîşên Tirkiyê yên vê dawiyê li ser bakura rojhlata Sûriyê şermezar kiriye.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket