Buldan; Ji bo aramiyê bila AKPê bê dûrxsitin

kurdistani 07:29 PM - 2019-12-01
Hevseroka HDPê Perwîn Buldan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan ragiahnd; Ji bo aramiyê bila AKPê bê dûrxsitin.

Hevseroka HDPê îro di heyama kongireya pêncemîn ya partiya xwe HDPê de, di daxuyaniyekê de ji bo nemana şer û peydabûna aramî û aştiyê, daxwaz kir ku goşegîriya li ser serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdula Ocalan bê rakirin û partiya wan jî amadeye ku careke din proseya aştiyê li Tirkiyê dest pê bike.

Di daxuyaniya xwe de Buldan dazanîn ku AKPê ku li Tirkiyê desthilatdare nikare aştiyê pêkbîne û hêza wê tune ye, ji ber wê jî, pêwîste AKPê ji desthildatdariya Tirkiyê bê bi dûrxsitin tako aramî û aştî di navbera tevahiya pêkhatên welat pêk were.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Tirkiyê ya wê demê bi serokatiya Bulend Acewîd bi riya komployeke navnetewî di sala 15-2-1999`an de, serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê Abdula Ocalan li Kîniye destgîrkribû û rewaneya zîndana Îmraliyê kiribûn.

PUKmedia-Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket