Kobanê: Siyasetmedar Ehmed Qasim hat oxir kirin

kurdistani 05:05 PM - 2019-12-01
Siyasetmedar Ehmed Qasim hat oxir kirin

Siyasetmedar Ehmed Qasim hat oxir kirin

Merasîma Siyasetmedar û nivîskar û helbestvanê Rojavayê Kurdistanê Ehmed Qasim (Bavê Şêro)li Silêmaniyê birêve çû.

Di roja 29-11-2019`an, li bajarê Kobanê merassîma bi axa welat hat spartin yê serkirdeyê Partiya Demokrata Pêşverû ya kurd li Sûriye nemir Ehmed Qasim Bavê Şêro û li bajarê Silêmaniyê merasîma serxweşiyê birêve çû.

Derbarê veşartibna termê nemir Ehmed Qasim de, Şêrwan Qasim lawê nemir Ehmed Qasim ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku termê nemir ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê hat kirin ku rola rêzdar Şervan Derwîş tê de pir bilind bû, û piştre jî di goristana gundê Cortê bi beşdariya malbat û xizm û hevalên nemir Bavê Şêro bi axcê hat spartin.

Her weha merasîma serxweşî li Silêmaniyê roja înê demjimêr 1 heya 4 berhêvarê li hola Nemet Xanê Heme Axa Ebdurihman Axa li taxa Îbrahîm Ehmed bi beşdariya şandeyên hizbî û hikûmî birêve çû bû

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket