Wezîrê Tenduristiyê: 41 rewş bi nexweşiya Aids tomar bûye

kurdistani 12:48 PM - 2019-12-01
Wezîrê Tenduristiyê: 41 rewş bi nexweşiya Aids tomar bûye

Wezîrê Tenduristiyê: 41 rewş bi nexweşiya Aids tomar bûye

Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê ragihand ku îsal li Herêma Kurdistanê tenê du kesan vîrûsa HIV (Aids) girtine li gel 39 kes biyanî.

Îro Yekşemê 1-12-2019`an,li Herêma Kurdistanê kempêna nehîştina nexweşiya Aids û hişyarkirina xelkê li ser wê nexweşiyê dest pê kir.

Di merasima kampîna rojî nehêştina nexweşiya Aids li Herêmê de, Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand, îsal 350 hezar tehlîl bo nexweşiya Adis hatine kirin û da zanîn, di nav wan kesan tenê 41 kesan ew vîrûs hebûn, 39 biyanî û du kes jî xelkê Kurdistanê bûn.

Dr. Berzencî her wiha got, wek her sal em dîsa kempêna nehîştina nexweşiya Aids didin destpêkirin. Tevahiya navendên zewacê û nexweşiyên talasîma, navendên wergirtina xwînê û taqîgehên giştî beşdarî kempêna han bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket