Şanda Hikûmeta Herêmê serdana paytexta Bexdayê dike

kurdistani 12:30 PM - 2019-12-01
Şanda Hikûmeta Herêmê serdana paytexta Bexdayê dike

Şanda Hikûmeta Herêmê serdana paytexta Bexdayê dike

Biryare ku îro Yekşemê 1-12-2019`an şandeke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, da ku li ser amadekirina pirojeyasaya Budçeya Federal ya sala 2020`an li gel hikûmeta Federal gotûbêj bike.

Jêdereke agahdar di daxuyaniyake taybet de ji PUKmedia re ragihand: şande wê piştî nîvro li gel berpirsên hikûmî dest bi civînê bike. Ji hêla xwe ve,endamê komîteya dereyî yê Şandeyê Hikûmeta herêma Kurdistanê du civîn li gel hikûmeta federal pêk anî ku encamên diyalogê baş bûn û nêzîkbûn di navbera wan de çêbû, lê zêde kir ku texmîn dikim ku peyman di navbera herdu aliyan de çêbûye.

Derbarê girîngiya lihevkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal re jibo yasakirina budceyê di hundurê Meclîsa Nûneran de, parlamenter Şêrwan Mîrza got:hebûna peymanê wê yasabûna Budçeyê hêsantir bike, û ev yek bi nerîna fireksiyonên parlamentoyê ve girêdayî ye û xeyal nakim ku tangahî di hundir Encûmanê de çêbibe.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket