Kerkûk; 2 welatiyên kurd tên şehîdkirin

kurdistani 10:05 AM - 2019-11-29
2 welatiyên kurd tên şehîdkirin

2 welatiyên kurd tên şehîdkirin

Li devera Daqoqê ya Kerkûkê mêr û jinek hatin terorkirin.

Ji PUKmedia`yê re hat agihandin ku li yekek ji gundên ser bi naçeya Daquqê ya girêdayî Kerkûkê, jin û mêrik ji aliyê çekdarên ne naskirî ve tên şehîdkirin.

Di wê barê de, cîgirê berpirsê malbenda du ya Kerkûkê yê YNK Îdrîs Hacî Adil ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Duh şev 2 welatiyên kurd ku welatiyê kurd bi navê Letîf Mecîd li gel hevjîna xwe bûn, ji aliyê komeke çekdarên nenas ve hatine terorkirin ku li nêzîkî gundê Hewt Texar ya girêdayî Daqoqê gulebaran otombîla wî kiribûn.

Îdrîs di dirêjahiya axiftinên xwe de aşkire kir ku ev demeke kiryarên terorîstî li dijî welatiyên kurd li navçeya Daqoqê berferehtir bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket