Siyasetmedar Ehmed Qasim koça dawî kir

kurdistani 03:00 PM - 2019-11-28
Nemir Ehmed Qasim

Nemir Ehmed Qasim

Siyasetmedar û nivîskar û helbestvanê Rojavayê Kurdistanê Ehmed Qasim (Bavê Şêro) koça dawî kir.

Îro roja pêncşemê 28-11-2019`an, li bakurê Kurdistanê siyasetmedarê dêrîn ê kurd Ehmed Qasim li yeke li nexweşxaneyan ku di jêr çavdêriya hûrgilî de bû, koça dawî kir.

Di wê barê de, Rewşen Qasim Keça nemir Ehmed Qasim ji PUKmedia`yê re ragihand; Îro roja pêncşemê 28-11-2019`an, bavê wê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Derbarê veşartibna termê nemir Ehmed Qasim, rojnamevan Rewşen Qasim aşkire kir ku wê termê bavê wê ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bikin û di goristana gundê wan de binax bikin.

Her weha derbarê cihê merasîma serxweşî li Silêmaniyê de jî, Rewşen ji PUKmedia`yê re got; Wê sibê roja înê demjimêr 1 heya 4 berhêvarê li hola Nemet Heme Axa li taxa Îbrahîm Ehmed pişt nexweşxaneya Faroq li hemberî dibistana Kurî birêve biçe.

Em jî wek stafê PUKmedia`yê serxweşî li malbata Ehmed Qasim û zarokên wî dikin ku rêzdar her dem nivîs û helbestên xwe ji PUIKmedia`yê re dişand ku wek hevkarekî stafa beşê kurmencî bû, her weha hevpeyvîneke taybet jî pê re heye û ku me di beşa hevpeyvînê de îro weşand û hêvîdarin ku ev nexweşiya wan ya herî dawî be.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket