Hikumeta Lîbyayê hevpeymana di navbera Tirkiye û El-Wîfaq de red kir

kurdistani 11:25 AM - 2019-11-28
Hikumeta Lîbyayê hevpeymana di navbera Tirkiye û El-Wîfaq de red kir

Hikumeta Lîbyayê hevpeymana di navbera Tirkiye û El-Wîfaq de red kir

Hikumeta Lîbyayê ya demkî nerazîbûna xwe ji ber destwerdana Tirkiyê di karûbarên Lîbyayê de û hevpeymana di navbera Tirkiye û hikumeta El-Wîfaq de hatiye îmzekirin, nîşan da û got ku ew ne rewa ye.

Hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê hevpeyman bi dewleta Tirk re îmze kir. Wezîrê karên hundir ê hikumeta El-Wîfaq Fethî Başaxa îdia kir ku hevpeyman girêdayî tunekirina terorê û koçberiya nerewa ye.

Derbarê mijarê de hikumeta Lîbyayê ya demkî bi rêya daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ji hevpeymana ku hikumeta El-Wîfaq bi dewleta Tirk re îmze kir, diyar kir.

Hikumetê xuya kir ku ev hevpeyman ne rewa ye, ji ber pêwîstiya wê bi erêkirina meclisa parlamentoyê heye,û nerazîbûna xwe li ser tekez kir.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket