Li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

kurdistani 11:22 AM - 2019-11-25
Li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, îro li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş û xwepêşandan dê li dar bikevin.

Bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" îro li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê meş û xwepêşandan tên lidarxistin, destnîşan hat kirin ku wê di xwepêşandanan de, dê gelek axaftinên ku tundiya li ser jinan red dikin û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin, werin kirin.

Her wiha wêneyên sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku bi destê çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ li ser Rêya M4 di 12`ê meha Cotmehê de hat şehîdxistin û wêneyên şervana YPJ`ê Amara Rênas û dayika Aqîde, her wiha wêneyên komkujiyên ku artêşa dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, dê werin rakirin.

PUKmedia/Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket