Li Selahe Dîn tunelên DAÎŞê rûxandin

kurdistani 10:50 AM - 2019-11-23
Li Selahe Dîn tunelên DAÎŞê rûxandin

Li Selahe Dîn tunelên DAÎŞê rûxandin

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ragihand ku li girdên El-Bac yên li parizgeha Selahe Dîn 3` tunelên çeteyên DAÎŞ hatin rûxandin.Di daxuyaniyê ku ji hêla şandeyê ve hatiye  belavkirin hat ragihandin ku "yekîneyên fermandarî yên operasiyonên Selahedîn ji bo lêgerîn û paqijkirina devera rojavayê Tulul al-Bajê pêkanîna ewlehî û aramiya li navçeyê û şopandina mayînên û şaneyên razayî yên rêxistina terorîst a Dewleta îslamî pêk anîn."

Wê lê zêde kir ku "di encama erk de 3 tunel hatin hilweşandin, ku yek ji wan (7) jûr têde bûn, di nav de du bombeyên gaz û şeş depoyên çekan û cilên jin û zarokan û derman ferş têde hebûn li gel 11 bombeya ku di cih de hatin teqandin".
Ji hêla xwe ve, hêzek ji Fermandariya Operasyonên El-Cezîra, li gorî agahiyên îstîxbaratî, komek mayînên DAIŞê li devera Wadi Al-Kaser dît, ku tê de gelek çek û teqemenî û bombe habûn .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket