Pentagon: DAIŞ ji êrîşên Tirkiyê sûd werdigre

kurdistani 12:29 PM - 2019-11-20
Pentagon: DAIŞ ji êrîşên Tirkiyê sûd werdigre

Pentagon: DAIŞ ji êrîşên Tirkiyê sûd werdigre

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) di raportekê de ragihand ku operasyona Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê û vekişîna hêzên Amerîka bûn derfetek ku DAIŞ xwe ji nû ve bihêz bike.

Ofîsa Giştî ya Pentagonê ragihand, bi destêwerdana Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê û vekişîna hêzên Amerîkî ji wê navçeyê re, derfet ji DAIŞê re çêbû ku ji nû ve xwe birêkxistin bike û karînên xwe yên êrîş kirinê bihêz bike.
Li gor wê raportê, DAIŞ dibe kar li ser kontrol kirina hejmarek navçeyên Sûriyê bike û hebûna xwe ya navdewletî jî berfireh bike, ev yek di demekê de ye, çendîn car in Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyariyê dide, ku êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, şerê li dijî DAIŞê lawaz dike û rê dide ku çekdarên DAIŞê careke din xwe birêkxistin bikin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket