Darê 4 kokî jî, birrîn..

kurdistani 07:31 PM - 2019-11-19
Darê 4 kokî jî, birrîn..

Darê 4 kokî jî, birrîn..

Çiya û daristan jînwarê herî bi sûdene, ji berdewamiya xwezayê re.

Devera ku bi dar û daristan, gelek nirxên xwezayî sûd jê tete girtin..Jînwarê herî paqije, barana wê zêdeye Ba û hewayê wê, roleke baş digre ser asta fîzîkî û derûna mirov û hwd... Li gor dezgehên paristina xwrzayê
divê daristan di bin çavdêriyê de bin, ji şewatê û birrînê bête parastin..

Mixwebin.! Li Efrînê daristan bê parastin dimînin.

Dewleta dagîrker sîstema xwezayî serberdayî dihêle, bi hezaran darên ,,Merxa çiyayî,, ji wan daristanan li pêş çavê wan bi destê Çeteyên ser bi wê ve têne qutkirin.. Li navçeya Cindirêsê ser bi çiyayê Xwestiya li va dawiyê hin daristan ji binî de hatibûn birrîn. Cî û navên wan evin:
- Daristana "Birîmê Husgulka" li bakurî gundê Miskê bi 500.m dikeve

firehî.. 150,000 m, çar koşeye..
Hin govin dîtir, li nêzî heman daristanê
Çayê Betêl û çayê Xoce jî, qutkirin...

- Daristana nawala Ereb, firehî..70,000 m çarkoşeye, li rojavayî gundê Xwelta bi 1 k .m dikeve.. Daristana "Çayê Hesê" di navbera gundê Gorda û Xwelta de dimîne, bêtirî 500,000 m, çarkoşe ye Li va dawiyê des bi birrîna wê jî, kirin e..

Li heman rê bi hezaran darên Merx,Qetleb û Kelma li neqeba rê diman, ew jî tar û marbûn..
Hêjayî gotinê ye ku destûr dayîna qutkirina Daristanan, ji encûmana navçeyê û li bin mora Mixtaran rê tête dayîn...

Qehreman Hesen

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket