Serokwezîrê berê yê Êraqê koça dawî kir

kurdistani 07:26 PM - 2019-11-17
Serokwezîrê berê yê Êraqê koça dawî kir

Serokwezîrê berê yê Êraqê koça dawî kir

Serokwezîrê berê yê Êraqê Dr. Ednan Bace Cî koça dawî kir.

Îro roja yekşemê 17-11-2019`an, li Dubey siyasetvanê dêrîn û navdar serokê berê yê hikûmeta demî ya Êraqî Dr. Endan Bace Cî di temenê xwe ya 96 saliyê de, koça dawî kir.

Dr. Ednan Bace Cî di serdema rûxandina rêjîma Bes a Sedam Hisên de wek endamê serokatiya Encûmena Hukim a Êraqê ku di 12-7-2003`an de hatibû damezrandin hatibû hilbijartin ku gelek piştîvanê kar û xebtên civaka sivîl bû û li gel bi demokrasîbûna Êraqê bi giştî bû.

Ednan Bace Cî ji bajarê Mûsilê ye û ji êla Şemer a erebî mezin e û lawê siyasetvanê mezin ê Êraqî di serdema Melekiyeta Êraqê de  ku di serdema şoreşa tîrmehê 1958 balyozê Êraqê di Neteweyên Yekbûyî de bû û di serdema Ebdulkerîm Qasim de jî wezîrê derve bû ku di sala 1923 an de li bajarê Mûsilê hatiye dunê û îro li bajarê Dubey koça dawî kir.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket