Hêzên rejîmê li bejahiya Idlibê bi pêş de diçin

kurdistani 12:10 PM - 2019-11-14
Hêzên rejîmê li bejahiya Idlibê bi pêş de diçin

Hêzên rejîmê li bejahiya Idlibê bi pêş de diçin

Li bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê hêzên rêjîmê bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê bi pêş de diçin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku ji duh derengiya şevê heta van kêliyan, balafirên şer ên Rûsyayê li gundê Mişêrê yê bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê zêdetirî 15 êrişên asmanî pêk anîne. Her wiha li gundê Meret Herma û derdora Hezarîn anku bejahiya başûrê Idlibê jî êrişên asmanî pêk anîne.

Ji saetên derengiya şevê û heta vê sibê li eniyên Icaz, Mişêrfê û Webîda yên bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê, li milekî di navbera komên çete de û li milekî din di navbera hêzên rejîmê de bombebaran û şerekî dijwar rû dide.

Hêzên rejîmê gundê Webîda yê ku dikeve ser xetên şer kontrol kir û gundên Zerzor, Feracê, Um Xelaxîl, Hilbê yên bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê bombebaran kirin.

Duh bi şev ajansa Sputnîk ragihand ku hêzên rejîmê li eniyên başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê ku di bin serweriya çeteyên Tirkiyê yên Cebhet El-Nusra de ye, dest bi operasyonên leşkerî kir.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket