‌ Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî li Silêmaniyê hate vekirin

kurdistani 11:45 AM - 2019-11-14
‌ Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî li Silêmaniyê hate vekirin

‌ Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî li Silêmaniyê hate vekirin

Bi boneya 235 `emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê, di bin serokatiya Serok Komar de, îro Pêncşemê li bajarê Silêmaniyê çalakiyên dewreya yekemîn ji Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan dest pê kir.

Companiya Atlas Al Asîl bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pêşesaziyê li Silêmaniyê, dewreya yekemîn yê pirtûkên navdewletî bi sernavê (Pirtûk Diya El Heyat) vekirin.
Pêşangeh dê bi tevlêbûna bi dehan çapxane û weşangeriya ereb, biyanî û herêmî birêve biçe û pêşangeh dê gelek bernameyên çandî û semîner û pêşandanên hunerî jî pêk bîne.

Xwendekar û hemwelatî dikarin ji demjimêr 10:00 sibê heya 7:00 danê êvarê serdana Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Silêmaniyê li herêma Tasluce bikin.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket