Dildarê Ey Reqîb bû semol

kurdistani 07:12 PM - 2019-11-13
Helbestvanê navdar Dildar Koyî

Helbestvanê navdar Dildar Koyî

71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa netewî ya kurd ku di hizir û dilê hemû kurdperwer û xwedî wîjdanekî de ye pêwîste bi yekcarî ji bîr nekin û her dem bi bîr bînin.

Îro roja 13-11-2019`an, 71` mîn salvegera koça dawî ya helbestvanê navdarê kurd - DLDAR- 1918-1948...xudanê helbesta pir naskirî ya neteweyî kurdî (EY REQÎB)...

Dildar ku xwediyê merşa kurdî û Kurdistanî û nîştimanî ya doza gelê kurd e ku ew merşa ku bû ye merşa resen û rasteqîne ya gelê kurd li her dever û cihekê li Kurdistan û Cîhanê, ev yek cihê rêz û pêzanînê ye. Di vê derê de, pêwîste tevahiuya gelê kurd bîranîna Dildarê mezin helbestvan û nivîskarê mezin ê nertewî ku dikarî EY REQÎB bike merşa neteweya kurd, bi wê pêngavê, rastiya doza gelê kurd bihêztir û rewatir kir ku merşa Ey Reqîb ji gelê kurd re bû ye cihê şanazî û girêdana bi doza axa welat û Kurdistanê.

Dildarê helbestvanê zîrek û jêhat ku wek tê zanîn ku navê wî ya di nasnameya destpêkê a fermî di hikûmeta Êraqê de ye ((Yunis Mela Reuf)) e ku di sala 20-2-1918`an de li bajarê Koyê ya Herêma Kurdistanê di hembêza malbateke kurdperwer û rêzdar de jidayîkbûye. Wek tê gotin ku piştî neliheviya jiyana malbatê ji aliyê aborî û jêrxanî ve, neçar dibin ji Koyê barkin û berê xwe bidin bajarê Hewlêrê, lê diyare ku malbat di Hewlêrê de tengaviyê dikşînin û dîsan neçar dibin ku vê carê ji bajarê Hewlêrê berê xwe bidin bo bajarê Ranyayê û careke din bardikin ji ber ku erkên fermanberiya bavê Dildar ku bi Mela Reuf tê naskirin.

Li gorî zanyariyên ku min bi dest xist ku piştî çend polên seretayî li bajarê Raniyayê dixwîne, careke din vedigere bo bajarê ku lê jidayîkbûye ango bajarê Koyê û li wir xwendina xwe ya qonaxa seretayî bi serkevtî bi dawî dike, piştre diçe qonaxa amadeyî li Kerkûkê di sala 1940 bi dawî dike û diçe bo zanîngeha Bexdadê û li wir jî xwendina kolîja mafperweriyê di 1945`an de bi dawî dike û dibe bi parêzer û mafên karkirin û birêvebirina erkên parêzeriyê bi dest dixe.

Her piştî ku dest bi karê parêzeriyê kir ku bi awayekî dadwerî û ji dil ku karên wî di xizmeta gel û civaka kurdî de bû, her di heman demê de, bi wîjdanî xwedan li rastiya doza gelê xwe derdiket û parêzerekî pir serkevtî bû, pir nema û derbas nebû ku rastî nexweşiya dil û kaban hat û di encamê de, di roja 12-12-1948`an, li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir û bi yekcarî ji nav vê dinê bar kir.

Her weha di sala 1945`an de, dema ku nemir pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistan li Mihabadê da ragihandin, bi sirûda ((Ey Reqîb)) ku ji aliyê Dildar ve hatibû nivîsandin û amadekirin ve wek sirûda fermî ya ragihandina Komara Kurdistanê hatibû pejirandin û ji wê rojê ve, sirûda Ey Reqîb bû bi sirûda tevahiya gelê kurd û Kurdistanê û neyarên doza kurdî gelek pê nexweşin û ev sirûd di roja serkevtina Rojavayê Kurdistanê bi ser hêza tarîk a DAIŞê li Baxozê jî hat xwendin ku bi awayekî pir serfiraz hat gudar kirin û hemû mêvanên ku amade bibûn rabûn ser xwe û rêz girtin. .

Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket