Ebdî: Tirkiyê pişt dide vegera DAÎŞê

kurdistani 12:28 PM - 2019-11-13
Ebdî: Tirkiyê pişt dide vegera DAÎŞê

Ebdî: Tirkiyê pişt dide vegera DAÎŞê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûryeya Demokratîk Cinêral Mazlûm Kobanî tekez kir ku xeteriya vegera DAÎŞ mezine,destnîşan kir ku Tirkiyê bi kiryarên xwe pişt dide xurtkirin û birêxistina DAÎŞê ku bê serhev.

Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de ji SKYnewsê re ragihand ku metirsiya vegera DAÎŞê pir mezine,ku piraniya xelkê vê yekê paşguh dike lê ev rastiyeke, destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê niha rê li pêş xurtkirina wê rêxistinê jinûh ve vedike û got deverên ku di bin kontrola Tirkiyê de dê ji rêxistinê re bibe bingehên birêxistinê û damezrandina jinûh ve.

Amaje bi wê yekê jî kir ku ev tewana rastî ye û delîl û belge li ser wê hene û got ne tenê DAÎŞ dê vegere belê di nav wan de endamên Nasra û Qaîdê yên ku me di 2013 , 2014`an de şerê wan dikirin jî hene.

PUKmedia/SKYnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket