Fransa 11 çekdarên DAIŞê ji Tirkiyê werdigre

kurdistani 10:56 AM - 2019-11-13
 Fransa 11 çekdarên DAIŞê ji Tirkiyê werdigre

Fransa 11 çekdarên DAIŞê ji Tirkiyê werdigre

Piştî ku Tirkiyê ragihand dê çekdarên DAIŞê yên biyanî ku girtîne dersînor bike, Wezreta Navxwe ya Fransayê diyar kir ku ew dê 11 çekdarên DAIŞê yên frnasî ji Tirkiyê werbigire.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Christophe Castaner ragihand ku ew dê 11 çekdarên DAIŞê yên fransî ji Tirkiyê werbigrin û dê bêne darizandin,destnîşan jî kir ku berî niha jî Fransayê 250 çekdarên DAIŞê wergirtine di wê çarçoveyê de ew dê 11 çekdarên din jî werbigrin.

Wezîrê Berevaniya Fransayê Florence Parly jî duh gotibû ku haya wan ji wê yekê nîne ku Fransa dê çekdarên DAIŞê yên ku Tirkiye dersînor bike werbigire.

Fransayê diyar kiribû ku ew dê çekdarên DAIŞê yên li welatên weke Iraq, Sûriye, Rojavayê Kurdistanê wernegire ku niha 400-500 çekdarên fransî li wan welatan hene.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket