Abdul Mehdî û Pompeo rewşa Êraqê guftûgo dikin

kurdistani 09:53 AM - 2019-11-13
Abdul Mehdî û Pompeo rewşa Êraqê guftûgo dikin

Abdul Mehdî û Pompeo rewşa Êraqê guftûgo dikin

Serokwezîrê Êraqê Adil Ebdul Mehdî peywendiyek têlefonê ji wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo re peyda kir.

Serokê encûmana wezîran tekez kir ku daxwazek cidî ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî û xurtkirina têkiliyên Êraqê bi cîran û hevalên xwe re û rêzgirtina serxwebûnê re heye.  Amaje bi mebesta hikûmeta Êraqê kir ku helwesta xwe di danûstandina erênî bi xwepêşandanan re bidomîne û tekezî li ser parastin xwepêşandaran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve kir û hewil da ku daxwazên wan li gorî Destûr û yasayê pê k bîne.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Amerîkî piştevaniya Amerîka ji hikûmeta Êraqê û xwesteka bihêz kirina hevkarî di navbera her du welatan da li gorî rêkeftina çarçeweya stratejîk û alîkariya Êraqê jibo ewlehî, aramî û serxwebûn û bênavberî di karûbarên navxwe da bihêz bike tekez kir.

PUKmedia/ Ofîsa ragihandina serokê encûmana wezîran

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket