Îro rojbûna Mam Celal e

kurdistani 06:29 PM - 2019-11-12
.

.

Serok Mam Celal sembola siyasetmedarên kurd bû ku di roja 12-11-1933 jidayîkbû, di 3-10-2017`an koça dawî kir.

Serok Mam Celal di sala 12-11-1933'an de, li Başûrê Kurdistanê li gundekê Kelekan ya ser bi navçeya Koyê girêdayî Dokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedand.

Destpêka zaroktiya xwe de li gund dibe û piştre jî dema ku bavê wî Hisanedîn dibe rêberê tekiya Talebanî li Koyê bi mal ve diçin wir û xwendina xwe ya destpêkê li bajarê koyê bi dawî dike, qonaxa amadeyî jî li Kerkûkê û Hewlêrê bi dawî dike û di sala 1959`an de jî xwendina xwe ya bilind li bexdadê û Şamê bi dawî dike.

Di ciwaniya xwe de Talebanî beşdarî xebata siyasî bû ye, ew di sala 1951'ê de weke endamê Komîteya Navendî ya PDK'ê hate hilbijartin. Di 1953'an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina mafnasiyê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar bi awayekî dizî Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezirand. Di sala 1956'an de ji ber xebata xwe ya siyasî dest ji xwendinê berda.

Sala 1961'ê ligel Mele Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên siyasî di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de di 1964'an de ji PDK cuda bû û Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê damezirand.

Di sala 1970'î de piştî peymana 11'ê adarê careke din li Mele Mistefa Barzanî vegeriya. Piştî têkçûna peymana 11'ê adarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975'an de, Talebanî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ava kir.

Celal Talebanî bi keça nivîskarê navdar Îbrahîm Ehmed a Hêro Xanim re hevjhevjîntî pêkanî ye.

Di 6'ê avrêla 2005'an de Talebanî bi hilbijartinê bû serokkomarê Êraqê. Di 20'ê rêbendana 2012'an de ji ber tedawîbûna Talebanî, ew birine Almanyayê.

Serok Mam Celal, Endazyar, Pêşmerge, Serok û Rêberê gel e.

Di rojeke wek îro de, ango di roja 12-11-1933 li gundê kelkan a ser bi binara Kosret  jidayîkbûye. Rojbûna serok û rêberekî wiha mezin û semol ji gelê kurd re cihê rêz û pêzanînê ye.

Weku hemû kesek dizane ku di sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşç wê serhildanan dîrokî hatin kirin.

Lê di rastiya wê de, endazyarê wê jî hebû û aliyê cêbicîkerê wê jî her amade bû bi hemû hêz û tiwanaya xwe ve. Her weha endazayarê wê raperînê jî, serok û rêber Mam Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildayî.

Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kê me û her maf jê re naye dayîn ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya YNK`yî û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji Qendîlê biçe koşka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal. Ev rastî dide xwuyakirin ku meznatiya serok Talebanî di çi astekê de ye.

Her weha YNK`ê jî dikarî rêbaz û pilannameya endazyarê xwe di warên paratîkî de bicîbîne û bi wê yekê re şoreşa gel bi serket û gihîşte roja me ya îro ku Herêma Kurdistanê bûye xwediyê Parlemaneke demokrat û Hikûmeteke Kurdî û bûye Herêmeke ji bo hemû Kurdan

Di roja 3-10-2017`an de li yekek li nexweşxaneyên Almaniyayê koça dawî kir û bi yekcarî xatirê xwe ji gelê xwe û gelên demokratîxwaz û aştîxwaz û biratîxwazên li Kurdistan û Cîhanê xwest ku bi koça dawî bû bi sembola netewî ya gelê kurd û Kurdistanê ku di name û peyamên piraniya part û aliyên siyasî û rêxistinên sivîlî de ku bi boneya koça dawî yê Mam Celal ew rastiya derket hole.
Kesayetiyekî mezin û zana û jîr û jêhatî wek Mam Celal zû bi zû dubare nabe.
Lê wek agahdariyek ji tevahiya gelê kurd re ku pêwîste em waneyan ji kar û xebat û tekoşîna dîrokî a rewanşad Mam Celal bigrin û di dîroka gelê xwe de û di derfetên zaniest û çand û dîroka xwe de rêpêder bin ji nasandina berferehtir ji rastiya têgeha ku di kesayetiya karîzmaya Mam Celal de hebû.
Wek gelek kesayetî û lêzanên Amerîkî û navçeyî û Ewropî jî digotin ku li Êraqê tenê yek kesayetiyekî karîzma he ye ew jî Celal Talebanî ye. Di rastiya me de jî, Mam Celal Sembola Doza Gelê Kurd a rewa ye.

PUKmedia-Pirtûka Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd e

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket