Kobanê serhildane û 9 kes şehîd û birîndar in

kurdistani 06:20 PM - 2019-11-12
Kobanê serhildane û 9 kes şehîd û birîndar in

Kobanê serhildane û 9 kes şehîd û birîndar in

Dîsan li Kobanê gel karwana Tirkiye û Rûsiya berdbaran kir û Gelê Rojavayê Kurdistanê di serhildana xwe a aştiyane de dirêpêdere.

Di wê barê de, ajansa Reutersê amaje bi gulebarankirina artêşa Tirkiye ji xwepêşanderên kurd li Kobanê kiribû ku di encama wê de, 3 wealtiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 7 jî birîndar bûn ku jin jî tê de ne.

Her weha di wê barê de, peyvdarê fermî yê HSDê Mistefa Balî aşkire kir ku di twîteke xwe de ragiahnd; Artêşa Tirkiye bi roj xwepêşanderên kurd gulebaran dike û şehîd dike.

Gelek çavdêrên siyasî kurd wiha dibêjin; Serhildana gelê Rojavayê Kurdsitanê bi awayekî aştiyane û sivîlî dirêjpêdere, lê mixabin dîsan neyarên doza me bi agir û esin bersiva gel didin. Lê mixabin ku îro li Kovbanê di encama gulebarankirinê de, 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Çavdêr ji Herêma Firat didin xuyakirin ku ev bersiv neya wê wateyê ku wê rewş li gorî neyarên gelê kurd be, vîna gel ê azad wê her tiştê li gorî berjewendiyên doza me bighurîne û wê serkevtin parê gelê me be. Xwîna wan pakrewanan wê bibe sedema avakirina dîwarê baweriyê li cem gelê kurd û Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket